Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul Peyama Xatirxwestinê


Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul ku roja 28’ê Tebaxê şûna xwe dide Serokomarê nû Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê peyamekê xatirxwestinê ragihand.

Birêz Gul di peyamê de li ser xebatên xwe yên 7 salên serokomariyê radiweste. Ew dibêje, “Ji roja ku ev bi îradeya milî ya parlamena Tirkîyê hatime hilbijartin ve, min deriyê Koşka Çankayayê ji gel re vekiriye. Min hiştiye ku dewlet û milet hevdu hembêz bike.”

Serokomar Gul di peyamê de, ji hemwelatiyên Tirkîyê re karên ku li dema posta serokomariyê kirine vedibêje.

Ew balê dikişîne ser helwesta xwe ya sîyasî ya li ser bingeha îslamî û wiha dibêje:

“Min her tim pê bawerî aniye ku Tirkîye bi nasnameya xwe îslamî dikare demokrasiyeke pêşketî pêk bîne ku ev jî dibe serkeftina alema îslamê û jibo aştiya cîhanê jî dibe qezenceke mezin. Loma jî min her tim qîmet daye pêvajoya tevlîbûna nav Yekîtiya Ewropayê.”

Birêz Gul li cihekî peyamê dide zanîn, wî dema destpêka serokomariya xwe serdana xwe ya pêşî li bajarên rojhilatê Tirkîyê anku bajarên Kurdan kiriye, ev jî diyardeya wê ye ku wî piştgirî ji çareserkirina pirsên dîrokî, însanî, sîyasî, aborî û çandî yên Kurdan nîşan daye.

Serokomarê nû yê Tirkîyê Erdogan jî roja Duşemê wekî Serokwezîr cara dawî beşdarî li civîna Desteya Wezîran kir ku li gor bîragiştî pêvajoya aştî û çareseriyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re berdewam dike babeteke girîng ya vê civînê bû.

Di demeke ku Birêz Erdogan amadekariya derbasbûna posta xwe ya nû dike de, partiya opozîsyonê Partiya Gel ya Komarî (CHP) piştî hilbijartina serokomariyê berdewama serokwezîrtiya Erdogan dijî hiqûqê dibîne.

Rêvebirên CHP’ê bi vê sedemê roja Duşemê doz li dadgeha bilind vekirin.

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG