Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Binpêkirinên Mafên Mirov yên DAÎŞ Digihêjin Asta Tawanên Şer û Dijî Mirovahiyê


Navi Pillay.
Navi Pillay.

Karbidesta Sereka Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî Navi Pillay binpêkirinên mafên mirov yên bibername û sîstematîk ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê, şermezar kir. Xanim Pillay roja Duşemê got ku ev rêxistin rojane binpêkirinên bêwêne û tund pêk tîne û ev karên wisa digihêjin asta tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê. Mîlîtanên Dewleta Îslamî bi sedan xelkên Êzîdî kuştiye û bi hezaran xelkên din wekî kole girtiye. Rêxistina Cîhadî hefteya bûrî vîdyoyek belav kir, tê de rojnamevanê Amerîka James Foley serjê dike, yê ku ji sala 2012ê de li Sûriyê girtî bû. Pillay got ku NY raport piştrast kiriye derbarê kuştina 670 girtiyên zindanekê ku Dewleta Îslamî li Hezîrana bûrî kontrol kiribû.

XS
SM
MD
LG