Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Hêzên Hikûmetê û yên Serhilda li Sûrîyê Tawanên Dijî mirovahîyê Dikin


Neteweyên Yekbûyî dibêje, şerê li Sûrîyê giheşte astekê ku hem hêzên hikûmetê, hem jî yên serhilda di gelek enîyan de tawanên dijî mirovahîyê pêk tînin.

Neteweyên Yekbûyî, di raportekê de îro Çarşemê dîyar dike ku bandora şerê li Sûrîyê nema bi wî welatî sînordar e û giheştiye qonaxeke herêmî.

Serokê komîsyona NY li ser Sûrîyê Paulo Pinheiro dibêje, Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) ku herêmên berfireh li rojava û bakurê wî welatî kontrol dikin, gefeke mezin li ser jîyana sîvîlan dike.

XS
SM
MD
LG