Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Poroshenko Fermana Agirbestê li Ukrayna Dide


Ukrainian President Petro Poroshenko (R) and British Prime Minister David Cameron talk at the Serokê Ukrayna Petro Poroshenko û Serokwezîrê Brîtanya David Cameron
Ukrainian President Petro Poroshenko (R) and British Prime Minister David Cameron talk at the Serokê Ukrayna Petro Poroshenko û Serokwezîrê Brîtanya David Cameron

Serokê Ukrayna Petro Poroshenko ferman da hêzên leşkerî ku operasyonên xwe yên leşkerî rawistînin ku pênc meh in dijî cudaxwazên ser bi Rûsya didomînin.

Poroshenko di daxuyanîya ku di malpera wî de hate weşandin de got ew ferman dide sererkanê artêşa Ukraynî ku seet 6ê êvarê dest bi agirbestê bike.

Ev daxuyanî di vê demê de tê ku nûnerên Ukraynî û Rûsî,cudaxwazan û Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropa (OSCE) îro Înê li Minsk a Belarûs protokola agirbestî îmza kiribû.

Ajansa Interfax ya Ukraynî ji zarê jêderên ji nav danûstandinan ragihand ku rêketin ji 14 xalan pêk tê ku veguherandina girtîyan jî di nav de ye.

XS
SM
MD
LG