Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên YE Sizayên Nû li ser Rûsya Erê Dikin


Serokê Konseya YE Herman Van Rompuy.
Serokê Konseya YE Herman Van Rompuy.

Serokê konseya Yekîtiya Ewropayê sizayê nû li ser Rûsya pejirand, lê cîbicîkirina wan dê were bipaşvexistin heta ku agirbesta navbera hikûmeta Ukraynayê û cudaxwazên ser bi Rûsya ve were nirxandin.

Biryar e sizayên nû kompanyên petrolê yê hikûmeta Rûsya wekî Rosneft, Transnet û yekîneyên fîrma Gazprom bikin armanc, ligel jimareke karbidestên hikûmeta Rûsyayê.

Serokê Konseya Ewropî Herman Van Rompuy dibêje, ewê siza di van çend rojan de karîger bibin, lê dibe ku li wan vegerin li gorî rewşa li ser erdê li Ukraynayê.

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev gefeyê dike ku herêma asmanî ya Rûsya li pêş welatên din were astengkirin eger sizayên nû hatin danîn. Rojnameya Vedomosti li ser birêz Medvedev got ku hinek kompanyên hêlên asmanî yên Ewropî dê top lêxin eger ew nikaribin di ser Rûsya re bifirin.

Ukrayna û NATO, Mosko bi pêşkêşkirina alîkariya rasterast bo cudaxwazan tawanbar dikin. Rûsya vê yekê red dike û herwiha dibêje ku hêzên wê derbasî Ukraynayê nebûne, tevî ku belge hene vî tiştî tekez dikin.

XS
SM
MD
LG