Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvana Alman Piştgiriya Xwe bo Cihûyên Almanyayê Nîşan Dide


Merkel li dema komcivînekê jibo piştgiriya Cihûyan.
Merkel li dema komcivînekê jibo piştgiriya Cihûyan.

Di gotarekê de li xwepêşandinekê bi navê Stand Up Jew Hatred – Never Again li Berlîna paytext, Şîretvana Alman Angela Merkel piştrast kir ku jiyana Cihûyan parçeyeke ji nasnamaya Almanya û kultura wê ye.

Birêz Merkel got, "erkê me ye em şerê Anti-Semitism bikin."

Xanim Merkel herwiha da zanîn ku çi kesê ku ziyanê li Cihûyan bike ew ziyanê li me hemyan dike. Wê got, "ez dixwazim ku Cihû bê tirs li Almanya bijîn."

Serokê Almanya Joakim Gwak û Serokê Kongreya Cihûyên cîhanê Ronald Lawdir jî tevlî wê kombûnê bûn.

Kuştina 6 milyon Cihû dimîne jêdera şermê ji bo Almanya, piştî 75 salan ji bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn.

Angela Merkel
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:05 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG