Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Oxfam: Ebola Dikare Bibe Bobelata Nifşê Me


Ajansa navneteweyî ya alîkariyê Oxfam bangê li wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê dike ku bêtir karî bike jibo şerê nexweşiya Ebola. Rêxistina Oxfam dibêje, ev nexweşî dikare bibe bobelateke mirovahî jibo vî nifşî.

Serekê rêxistina Brîtanî Mark Goldring daxwaza bêtir leşker û alîkariya diravî û bijîşkî jibo welatên Sierra Leone, Guinea û Liberia kiriye. Ev her sê welat herî bêtir ziyan ji vîrusa Ebola dîtine.

Rêxistina Saxlemiya Cîhanî (WHO) dibêje, bêtirî 4,500 kes jiber Ebola li Rojavaya Afrîkayê mirine. Pisporên saxlemiyê pêşbîn dikin bi hezaran kesên din berî dawiya vê salê bimirin.

XS
SM
MD
LG