Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Joe Biden ya Tirkîyê Berdewam Dike


Biden ligel Davutoglu.
Biden ligel Davutoglu.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya serdana xwe ya 3 rojî de, roja Îniyê êvarê piştî serdana Fas û Ukrayna hate Tirkîyê.

Cîgirê Serokê Amerîkî Biden, piştî gihîştina Stenbolê bi Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu ku serdana Herêma Kurdistanê û Îraqê kiribû re hevdîtinek li Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Dolmabahçe pêk anî.

Di civîna rojnamevanî de Birêz Biden da zanîn ku ew û Tirkîyê ji berê ve hevdu nas dikin û dostên hev in.

Wî got, “Tê bîra min ku li Bosna û Kosovo'yê xebatên me yên hevpar çêbûn. Di gelek babetan de em bihevre xebitîn. Şirîkatiyeke me ya bihêz ya serbazî bi Tirkîyê re heye. Em bi Tirkîyê bawer in.”

Birêz Davutoglu jî da xuya kirin, ew hewil didin di serî de ya Rojhilata Navîn hemû krîzan ligel hev çareser bikin.

Piştî civîna rojnamevanî Cîgirê Serok Joe Biden ligel şandeya Amerîkî heta derengiya şevê bi Birêz Davutoglu re li ser babetên enerjî, ewlekarî û helwesta dijî DAIŞ’ê hevdîtineke dirêj pêk anîn.

Roja Şemiyê jî Joe Biden, li civîna Konseya Atlantîk gotarek pêşkeş kir ku tê de, rexneyên tund li Rûsiya kirin.

Birêz Biden kiryarên Rûsiya yên li Qirimê wek dagirkerîyeke derveyî qanûnan binav kir.

“Li herêmê cihekî taybet yê Tirkîyê heye. Em zanin ku berî niha Rûsiyayê ev mijar di têkiliyên derve de, hinekî wek çek bikar anîye. Ewropa di enerjiyê de bi Rûsiya ve girêdayî ye. Firsendeke girîng hatiye ber Ewropa ku divê vê hêzê bigire destê xwe.“

Tê ragihandin di danûstandinên berdewam yên Joe Biden û şandeya Amerîkî de, babeta sereke hevkariya şerê dijî DAIŞ’ê ye ku tê çaverêkirin Tirkîye bi awayekî çalaktir beşdarî nav koalîsyonê bibe.

Cîgirê Serokê Amerîka, di çarçoveya vê serdana xwe de bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re jî civiya.

Li gor medya Tirkîyê di hevdîtinan de, gotûbêjên berfireh li ser babetên hevkariya şerê dijî DAIŞ’ê, rewşa Sûrîyê û Îraqê û herwiha çareserkirina pirsa Kibrisê têne kirin.

Qonaxa dawî ya serdana Joe Biden li Tirkîyê, serdana Patrîkê Fener Rûm Bartholomeos e ku hevdîtineke taybet li ser azadî û dîyaloga navbera bawerîyan tînin.

Joe Biden li Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG