Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Jibo Niha Daxistina Hikûmetê Asteng Kir


Serok Barack Obama îro Înê biryara Civata Nûneran ya qebûlkirina biryara 1.1 trîlyon dolar diravên jibo xerckirinê bi erênî pêşwazî kir ku dihêle hikûmet heta Îlona 2015an karê xwe bidomîne.

Serok Obama li Qesra Spî got, ew bi hêvî yeku biryar ji Civata Senatoran derbaz be û bibe qanûn.

Hêjayî gotinê ye, Civata Senatoran divê heta nîvê şevê ya Şemîyê bijerîne ku hikûmet bi pişkî neyê daxistin.

Serok Obama biryara berdewamkirina du-rojan ya her du beşên Kongresê îmza kir ku heta Şemîyê domandina karên hikûmetê misoger dike.

XS
SM
MD
LG