Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Meha Bê Derbarê Îranê Girîng e


Serokwezîrê Îsraîlê dibêje meha bê dê gelekî girîng be da ku rê li ber Îranê were girtin ku rêkeftineke navokî pêk neyîne.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu îro Yekşemê got, dibe ku Kongresa Amerîka desthilat hebe da ku bandorê li rêkeftinekê navbera Îran û welatên mezin bike. Birêz Netanyahu got, ewê serdana Washington bike da ku bide şirove kirin ka ev rêkeftin çend metirsîdar e jibo Îsraîl, jibo herêmê û jibo hemû cîhanê.

Rikaberiya tund ya birêz Netanyahu li ser pêkanîna rêkeftinekê li ser programa Îranê ya navokî peywendiya wî ligel Serokê Amerîkî Barack Obama xirabtir kiriye. Koçka Spî li hinek rêkan digere ku ev serdana Netanyahu pêk neyê.

Jimareke endamên Kongresê gotine ku ewê gotara Netanyahu li Kongresê boykot bikin.

Netanyahu hişyarî daye ku rêkeftineke xirab ligel Îranê dê rê bide vî welatî ku çekên navokî ava bike û di encamê de gefeyan li Îsraîlê bixwe.

XS
SM
MD
LG