Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Mezargeha Silêman Şah, Tirkiyê Leşkerên Xwe Derbasî Sûriyê Dike


Tankên Tirkiyê bi riya Kobaniyê derbasî Sûriyê bûn.
Tankên Tirkiyê bi riya Kobaniyê derbasî Sûriyê bûn.

Tirkiye tank û çekên xwe yên giran di operasyoneke bi şevê de derbasî Sûriyê kir, bi mebesta rizgarîkirina 40 leşkerên Tirk ku parastina mezargeha Şah Silêman, bapîrê dameznêrê empratorya Osmanî.

Di mehên dawî dawî, mîlîtanên Dewleta Îslamî (Daîş) deverên derdora mezargehê kontrol kirine.

Di encama operasyonê de, leşker hatin derxistin û cihê gora Şah Silêman hate guhertin.

Ji aliyê xwe ve, hikûmeta Sûriyê ev kiryara Enqere wekî "karekî dijminane" binav kir.

Hêzên leşkerî yên Tirkiyê bi riya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî Sûriyê bûn.

Gora Şah Silêman li gundê Qereqozak yê parêzgeha Helebê li Sûriyê dikeve.

XS
SM
MD
LG