Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Kes di Êrîşekê de li Malî Hatin Kuştin


Cihê ku bûyer lê çê bû.
Cihê ku bûyer lê çê bû.

Karbidestên polîs li Malî dibêjin, çekdaran teqe li xwaringehekê li paytexta welêt îro Şemiyê kirine û di encamê de bi kêmî pênc kes hatine kuştin û jimareke din birîndar bûne.

Polîs du berguman girtiye, lê nasnameya wan eşkere nekiriye.

Du welatiyên Malî, yekî Fransî û yekî Belcîkî hatin kuştin, dema ku êrîşbiran teqe li xwaringeha La Terrassee li Bamako ya paytext kirin. nasnameya kesê pêncan ku hate kuştin, nehatiye naskirin.

Serokê Fransî Francois Hollande di daxuyaniyekê de ev êrîş şermezar kir û ew wekî “karekî tirsonek” binav kir. Wî herwiha got ku ewlekariya jibo balyozxaneya Fransî û dezgehên din yên Fransî li Malî hatiye zêde kirin. Malî berê ji aliyê Fransayê hatibû dagîrkirin.

Wezîrê Derve yê Belcîkayê Didier Reynders jî êrîş şermezar kir.

Ti alî demûdest berpirsiya vê êrîşê nexistiye stûyê xwe.

XS
SM
MD
LG