Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Imran Yûsif:Teqîna li Newroza Hesekê Komkujiyeke Dijî Mirovahiyê Bû


Di ahenga Newroza 2015an de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê du teqîn qewimîn ku di encama wan de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û her jimara birîndaran zêdetir dibe, li gorî agahiyan.

Teqînên li Newroza Hesekê ji aliyê gelekan ve hatin şermezarkirin, di nav de jî Sekreterê Giştê yê NY Ban Ki Moon, bi wateya ku ev êrîş li dijî mirovahiyê bûn.

Di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re, nivîskarê Kurd Imran Yûsif rewşa heyî li parêzgeha Hesekê giftûgo dike û herwiha rexnê li berpirsên rêxistinên Kurd dike û herdu encûmenên Kurd bi paşguhxistina rewşa ewlehiyê li Hesekê tawanbar dike.

Birêz Imran dibêje, ev êrîş bi hemû wateyên xwe komkujî ne li dijî nirovahiyê û gelê Kurd di vê roja pîroz de.

Imran Yûsif_03-21-15-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:24 0:00

XS
SM
MD
LG