Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Hikûmetê û Houthî li Yemenê Şer Dikin


Jêderên ewlekarî û mîlîşya li Yemenê ragihandin ku leşkerên ser bi Serokê Yemenê Ebid Rebû Mensûr hadî ve ligel serhildêrên Houthî ketin nav şerekî de li nêzîk bajarê Eden yê başûrê welêt.

Karbidestên ewlekariyê eşkere kirin ku çend hezar serhildêrên hatibûn şandin ber bi başûr ve û ligel hêzên eşîrên Sunnî li nêzîk Edenê ketin nav şer û pevçûnan de.

Ji aliyekî din ve, balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Samantha Power roja Yekşemê bang li hemû aliyên rikaber li Yemenê kir ku vegerin danûstandinên bi riya NY, piştî ku serhildêrên Houthî yên Şîa bajarê Teîz kontrol kirin.

Xanim Power daxuyaniyek derxist, piştî civîneke awarte ya Civata Ewlekariya NY jibo gotûbêjkirina rewşa Yemenê. Wê got, Houthiyan bi awayekî berdewam rêz li prosesa veguhestinê li Yemenê negirtine û lewra jî Civata Ewlekariyê piştgiriya xwe jibo Serok Ebid Rebû Mensûr Hadî dupat kiriye.

Balyoza Amerîkî got, ev êrîş yên herî dawî ne di zincîra kiryarên tund yên Houthiyan ji dema ku destê xwe danîne ser Senaya paytext, dezgehên hikûmetê kontrol kirin û hewil dan bi yekalî hikumraniyê bikin. Jibo parastina ewlekarî, aramî û yekîtiya Yemenê, xanim Power got, divê hemû alî kiryarên leşkerî yên yekalî rawestînin.

XS
SM
MD
LG