Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahiyên Nû li ser Firokevanê Germanwings Derdikevin


Hev-firokevanê firokeya Germanwings ya Alman ku vekoler bawer dikin bi mebest tevî 150 rêwiyên wê xistiye xwarê, ditirsiya ku pirsgirêkên wî yên saxlemiyê rê li ber xewnên wî bigirin. Wî herwiha soz dabû ku tiştekî bike hemû sîstem pê were guhertin.

Keç-hevala berê ya Andreas Lubitz di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Bild ya Almanî got ku Lubitz jêre gotibû, “rojekê ez tiştekî bikim dê hemû sîstem jiber were guhertin û ewê her kes navê min nas bike”.

Desthilatdarên Alman roja Îniyê hinek belge ji bijîşkan li mala Lubitz dîtin ku diyar dikirin nexweşî bi firokevanê 27 salî re hebû.

Bi awayekî rojane, malbatên qurbaniyan çalakiyên bîrhatinê li nêzîk cihê ketina firokeyê li çiyayê Alp yê Fransayê lidar dixin.

XS
SM
MD
LG