Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Saudî Nekarîne Pêşveçûna Husîyên Rawistîne


Piştî êrîşên Saudî dû ji avahîyeke li Sana bilind dibe
Piştî êrîşên Saudî dû ji avahîyeke li Sana bilind dibe

Tevî êrîşên esmanî, ku ew du hefte ne berdewam in, koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî nekarîye pêşveçûna serhildayên Husî li seranser Yemenê rawistîne.

Serhildayên Şîa û hevalbendên wan operasyonên xwe îro Pêncşemê heta hindurê bajarê Aden û başûrê rojhilata welêt firehtir kirin ku bi piranî Sunnî ne.

Berdevkê koalîsyona Saudî General Ahmed al-Asiri îro Pêncşemê pêşveçûna serhildayan red kir û got yekîneyên biçûk karîne pêşveçûnê bikin, lê ewê jî wê bêne tune kirin.

Asiri da zanîn ku hêzên wan peywendîya navbera serhildayan birîne.

Wî serhildayên Husî sûcdar kir ku çekan li deverên rûniştinê û hişyarî da ku ew hemî bêne kuştin.

XS
SM
MD
LG