Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî Tê Amerîka ku Pirtir Çekan Bixwaze


Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî tê Amerîka ku hevdîtinan ligel Serok Barack Obama û karbidestên din yên bilind bike.

Abadî di serdana xwe de wê hewil bide ku Serok Obama qane bike da ku di şerê dijîî DAIŞ de êrîşên esmanî zêde bike û çekên nû bide welatê wî.

Abadî îro Duşemê got, Amerîka di rewşa heyî de piştgirîya xwe bo Îraqê zêde kiriye, lê ew dixwazin pirtir piştgirî bibînîn, di vê demê de ku hêzên wî bizavê dikin ku deverên bin kontrola DAIŞ rizgar bikin.

'Em Îraqî li ser erdê şerê terorîstan dikin. Teror ne tenê ser Îraqê, lê jibo herêmê û tevahîya cîhanê gef e. Mîlîtanên DAIŞ niha bi qaçaxcitîya neftê û berhemên dîrokî hewil didin ku çavkanîyên xwe yên diravî zêde bikin.”

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter got, wê karbidestên Amerîkî daxwaza Abadî binirxînin.

XS
SM
MD
LG