Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrwan Îbrahîm: Pirsgirêka Sûrî Bê Çareserkirina Pirsgirêka Kurdî Çareser Nabe


Şêrwan Îbrahîm
Şêrwan Îbrahîm

Tevî ku hêviyên mezin li dor kongreya Moskow ya derbarê rewșa Sûriyê de nebûn, encamên vê kongreyê hin aliyên opozisyonê bi awakî ne pêşbîn dilgiran kirin.

Di wê kongrê de şanda rêjîmê nerîna xwe ya tek alî careke din derxiste holê, ji aliyê nepejiradina aliyekî hevbeș di çareserkirina pirsgirêka Sûrî de.

Çalakvanê siyasî Şêrwan Îbrahîm, ji Dengê Amerîka re encamên wê kongrê șîrove kirin:

“Rûsya bi riya piștgiriya rêjîma Sûrî dixwaze hebûna xwe li hêrêmê biparêze, lê ew piștgirî bû sedema kuștina bi sed hezaran xelk û wêraniya piraniya Sûriyê.”

Di derbarê hin agahiyên li dor daxwaza rêjîma Sûrî bo nehêștina çi hêzeke leșkerî ji bilî artêșa Erebî ya Sûrî, Îbrahîm wiha peyîvî:

"Pêwîst e Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çi șêweyî daxwazeke wiha nepejirîne, ta ku rêkeftineke navnetewî di vê derbarê de dibe.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Sherwan Îbrahîm SW 04_15_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:16 0:00

XS
SM
MD
LG