Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudan: Serhildêran Sivîl li Dema Hilbjartinên Serokatiyê Kuştine


Rojnameyên Sudanî li ser zarê fermandarê stanekê dibêjin, serhildêran 136 sivîl li dema hilbijartinên serokatiyê yên hefteya bûrî kuştine.

Rojnameya el Cerîda ya serbixwe û hinek rojmaneyên din li ser zarê fermandarê stana Kurdovan, Adem el Fakî ragihandin ku serhildêran herêmên sivîl kirine armanc da ku rê li ber prosesa dengdanê bigirin. Wan herwiha ragihand ku 150 kesên din jî birîndar ketine.

El Fakî bersiva daxwazên li ser şiroveyan neda. Serhildêr li Kurdovan û du herêmên din şerê hêzên hikûmetê dikin. Di encamê de bi deh hezaran xelkê van herêman di van salên dawî de bûne penaber.

Navendên dengdanê Sêşema bûrî hatin girtin û tê çaverêkirin ku encamên hilbijartinan 27ê vê mehê werin eşkerekirin.

Herwiha tê çaverêkirin ku Serok Omer el Beşîr desthilatdariya xwe ya 25 salî dirêj bike, piştî ku opozisyonê hilbijartin boykot kir.

XS
SM
MD
LG