Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xorşîd Elîka: Gelek Çavkanîyên Darayî yên DAIŞ'ê Hene


Çekdarekî DAIŞ
Çekdarekî DAIŞ

Kovara Der Spiegel ya Almanî raporteke berfireh belav kiriye, tê de agahiyên nû li ser rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya terorîst dide.

Di vê raportê de, rola rêberên sereke yên rêxistinê tê xuyakirin ku gelek ji wan bixwe endamên pilebilind di partiya Beîs ya Îraqê de bûn.

Raport herwiha balê dikişîne ser qonaxên berî ragihandina vê rêxistina û çawaniya avakirina wê.

Di vê derbarê de, abûrîzan Xorşîd Elîka ji Dengê Amerîka re dide zanîn ku DAIŞ xwedî planeke darayî ya pêşketî bû, berî ku dewleta xwe ragihîne.

Birêz Elîka ku gelek lêkolîn li ser aboriya Sûriyê piştî şerê navxweyî amade kiriye, dibêje ku dema DAIŞ xwe ragihand ew ji hemû hêlan ve amade bû.

Akademisyenê Kurd herwiha dide xuya kirin ku piştî kontrolkirina deverên berfireh li Sûriye û Îraqê, DAIŞ êdî bûye xwedî hêzeke darayî ya mezin.

Dirêjahiya hevpeyvînê li ser vê lînka jêrîn guhdarî bikin.

Xorşîd Elîka
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:33 0:00

XS
SM
MD
LG