Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Husî Bingeheke Leşkerî li Yemenê Dixin Bin Kontrola Xwe


Piştî êrîşên esmanî dû li bajarê Taiz bilidn dibin (Arşîv)
Piştî êrîşên esmanî dû li bajarê Taiz bilidn dibin (Arşîv)

Serhildayên Husî navendeke leşkerî ya li sêyemîn bajarê herî mezin Taiz xist bin kontrola xwe, di vê demê de ku şerê ser erdê li wê derê û li Aden'ê berdewam dike.

Piştî ku serhildayan ew bingeh dest xist, hêzên piştgirên Serok Abd-Rabbu Mansour Hadi êrîşên esmanî li ser wê pêk anî.

Erebistana Saudî dest bi êrîşên esmanî li Yemenê kiribû ku pêşveçûna serhildayên Husî rawistîne, lê do Sêşemê ragihanibû ku ewê giranîya xwe bide çareserîyeke sîyasî.

Daxuyanîya Saudî herwiha ragihandibû ku danûstandinên aştî yên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî wê cîhekî girîng di nav hewlên wî de bigire.

Bi alîyeki din ve, Serokê Yemenê Hadi do Sêşemê axaftineke televîzyonî pêşkêş kir û got wê krîza li welatê wî di demeke kin de bi dawî were.

Hadi spasîya koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî kir û got wê hikûmeta wî hêvîyên gelê Yemenê jinûve geş bike.

XS
SM
MD
LG