Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşvanekî Xwekuj Otobuseke Hikûmeta Afganî Dike Armanc


Arşîv
Arşîv

Bombevanekî xwekuj li Afganistanê êrîşî otobusekê kir ku karmendên ofîsa dozgerê giştî hildigirt.

Karbidest dibêjin, 1 kes di peqînê de li paytaxt Kabul hat kuştin, 13 kesên din jî birîdar bûn.

Wezareta Navxweyî bi daxuyanîyeke nivîskî got ku ew êrîş nîşan dide ku terorîst çawa sîvîlên bê guneh dikin armanc û qasta canê wan dikin.

Hêjayî gotinê ye, ev êrîşa yekê ye li paytaxt Kabul, piştî ku Talîbanê meha borî dest bi operasyona xweya buharî ya salane kir.

Talîbanê berpirsîya wê êrîşê rakir ser xwe.

XS
SM
MD
LG