Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zûhêr Hesîb: Hunermend di Jiyanê de Dareke Rengîn e


Hunermendê şêwekar Zûhêr Hesîb ji rojavayê Kurdistanê ye, li bajarê Hesekê di sala 1960 de ji dayik bû.

Ew li ber destê birayê xwe yê mezin Hunermend Omer Hesîb fêrî xêz û reng û prensîbên seretayî di hunerê de bû. Hesîb paşê li Şamê xwendina xwe ya hunerî qedand û ta vê rojê li wir bi cî û war bû.

Zûhêr bi taybetmendiya xwe karîbû cihê xwe di nav şêwekariya Sûrî û ya Kurdî de bigere wek hunermendekî şehreza û pispor û li kevala beşdarî dehan pêşangeh û festîvalên hunerî bû, çi li Sûriye, Kurdistan, û welatên Erebî û Ewrupî.

Taybetmendiya hunera Zûhêr li ser çend bendan ava bûye ku yek jê Kurdewariya wî ye, ya din jî teknîka kevala wî ye ku bi asanî seruyê kevala xwe bi boyaxa stûr û hin qûm û alvên din amade dike û ya dawî dîzayna kevala wî ye ku di zana çawa sembol û endamê tabloya xwe li valahiya spî bi cî bike.

Zûhêr dibêje ez wekû darekê rengîn e di jiyanê de, her dem bi rengekî me.

Zûhêr ta nuha li Şamê dimîne û her karê xwe li studyoya xwe tevî zor û kêşeyan li wir berdewam dike.

ji bo bêtir zaneyarî li ser hunermend Zûhêr Hesîb lînkî veke.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:49 0:00

XS
SM
MD
LG