Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îrelanda Dengdana Zewaca Hevcinsbazan Pêk Tê


dîmenek ji piştgiriya zewaca hevcinsbazan li Dublin, Îrelanda.
dîmenek ji piştgiriya zewaca hevcinsbazan li Dublin, Îrelanda.

Wezîrê Wekheviyê yê Îrelandayê Aodhan O’Riodain îro Şemiyê pêşbîn kir ku welatê wî deng dabe jibo rêdana zewaca hevcinsbazan (homoseksuel) di referendumeke dîrokî de li welatê Katolîk. Wî got, “îro ez şanaz im ku Îrelandî me.”

Tê çaverêkirin ku encamên fermî yên referenduma roja Îniyê, Şemiyê piştî nîvro werin ragihandin, lê hemû pêşbînî diyar dikin ku piraniyê xelkê bi “erê” deng dane.

Bi vê yekê, Îrelanda dê bibe yekem welat ku bi dengdana gelêrî zewaca hevcinsbazan qebûl dike.

Encama “erê” ya ku tê çaverêkirin, vedigere wê yekê ku gelek dengdarên genc yên Îrelandî ku li derve dijîn, beşdarî dengdanê bûne.

XS
SM
MD
LG