Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermendê Şêwekar Îsmaîl Xeyat Trajediya Jiyana Kurdî Rengîn Dike


Hunermedê şêwekar Îsmaîl Xeyat yek ji stunên hunera Kurdî ye û herwisa jî bi giştî ya hunera nûjene ya Îraqê ye.

Îsmaîl Xeyat di sala 1944 li Xaneqîn, Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû ye û li bajarê Baqûba xwendina mamosteyî qedandiye.

Ew ji zaroktiya xwe hez li hunerê kiriye û di bin bandora birayê xwe yê mezin de fêrî hunerê bû ye.

Hunermend her kar û berhemdana hunerî kiriye di jiyana xwe de û bi dehan pêşangeh li Kurdistan, Îraq, Ewrupa û Amerîka çêkiriye û xelat û rêzlînan ji astên bilind wergirtiye.

Tabloya hunermend Xeyat bi şêweyekî cuda tê xwendin û naskirin, ew yek ji kesê ku şêweyek taybet çêkiriye, bi şêweyekî têkel ji abstrakt (rûtî) û şêweya derbirînî ve ku bi navê wê tê nasîn li ba rexnegirên hunera şêwekarî.

Di nav berhemên wî de, rengên jiyanê têkel dibin, trajediya naveroka hestên kûr tîne ziman bi afirandina maskan, lawirên avsanayî, masî, balende û çîrokên jiyanê ji hezarên salan ve.

Ew herwisa jî xwedanê pirojeya xweşkirina xwezaya Kurdistanê ye ku kevir, dar, dîwarên xwezayî bi reng û sawirên xwe dixemilîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:27:43 0:00

XS
SM
MD
LG