Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbireke Xwekuj 5 Kesan li Kenîseyeke Nejîryayê Dikuje


Dîdevan li Nejîryayê dibêjin, êrîşbireke xwekuj ya jin xwe li nav kenîseyeke Krîstiyanan li dema nivêjkirina Yekşemê teqand û bi kêmî 5 kes bi xwe re kuştin.

Ev bûyer ya herî dawî ye ku rêxistina Îslamî ya tundrê Boko Haram li Nejîryayê pêk tîne. Di hefteya dawî de, rêxistina terorîst 200 kes kuştine.

Roja Çarşemê jî, dora 100 mêr û kurên genc li nav mizgeftekê hatin kuştin.

Êrîşa Yekşemê li ser kenîseyê li bajarê Potiskum çê bû, bajarê herî mezin li stana Yobe ya bakur rojhilatê Nejîryayê.

Serokê Nejîryayê Muhammadu Buharî roja Yekşemê êrîşên vê dawiyê yên Boko Haram şermezar kir û ew wekî berberî û hovane binav kir. Wî herwiha got, di vê qonaxê de pêdivî bi hêzeke pirnetew heye da ku tundrêyên Boko Haram tune bike.

Boko Haram sala borî beşekî mezin ji bakur rojhilatê Nejîryayê kontrol kir û xîlafeteke Îslamî li wir ragihand. Di encama tundtûjiya Boko Haram de li nav 6 salan, bi kêmî 13 hezar kes hatine kuştin û 1.5 milyon kes ji cih û warên xwe derketine.

XS
SM
MD
LG