Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtan Êrîşî 2 Xalên Kontrola Artêşa Misirî Dikin


Karbidestên ewlekariyê li Misir dibêjin ku mîlîtanan êrîşî du xalên kontrolê yên artêşê li herêma Bakurê Sînayê kirine. Ti raport derbarê ketina kuştiyan tune ye.

Karbidestên ku navên xwe eşkere nekir, dibêjin ku mîlîtanan êrîş roja Şemiyê piştî nîvro li nêzîk bajarê Şêx Zuweyid pêk anî.

Ev herdu xalên ku rastî êrîşê hatine, sala borî jî bibûn armanca şaxê Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Misirê. Artêşa Misirî dibêje, di encama herdu êrîşan de bi kêmî 17 leşker hatine kuştin.

Sala borî, rêxistinek ku li herêma Sînayê çalak e, piştgiriya xwe jibo DAIŞ ragihandibû.

XS
SM
MD
LG