Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sebrî Hemê: Piraniya Bajarê Hesekê Ketiye Destê Kurdan


Di şerê li dijî DAIŞ de li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê şervanên Kurd yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piraniya bajêr vegrandine jêr destê xwe û DAIŞ ji bajêr bi şûn de xistine.

Endamê peywendiyên leşkerî yên YPG li bajarê Hesekê Dr. Sebrî Hemê di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got ku şervanên YPG pêşveçûnan bidest dixin û çekdarên DAIŞ ji bajêr dûr xistine.

Dr. Hemê herwisa dibêje, "astengiyên me di pakkirina mayîn û bombeyên çandî de hene û pêdivî bi alîkariya grûpên pispor û rêxistinên navnetewî heye."

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke.

Hevpeyvîna Sebrî Hemê-7-25-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG