Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dibistanan li Kobanê


Rihab Eli
Rihab Eli

Sala nû ya xwendinê nizîk dibe, bi tenê li bajarê Kobanê nizîkî 7 hezar xwendekar li ciyê xwendin û hînbûnê digerin.

Berî şerê li Kobanê destpêbike 14 dibistan hebûn, xwendin lê dihat berdewamkirin, lê niha bi tenê 5 dibistan mane.

Rîhab Elî cîgera wezîrê perwerdê li kantona Kobanê herweha ew bi xwe mamostaye jî, Rihab jibo Dengê Amerîka dibêje : "ti kesî alîkariya zarokên Kobanê ne kirine,daku bikarin sala xwe ya xwendinê ya piştî şer bidin destpê bikin."

Ji bilî rûxandina dibistanan û şikestin û şewata maseyên xwendinê astengiyên mezin li pêşeya sala xwendinê hene , mîna paqijkirina dibistana ji mayînan ne xasim li herêma gondên Kobanê.

Piraniya mamosteyên bajarê Kobanê derketine dervayî kobanê , ev jî dihêle ku mamosteyên heyî têra fêrkirina û hînkirina xwendekaran nekin.

Rîhab Elî banga li mamosteyên dervayî Kobanê dike ku, vegerin :"xwedî li zarokên Kobanê derkev in ."

Bajarê Kobanê mîna simbola serkeftinek cîhanî li dijî terora DAIŞê hatiye naskirin, lê niha bi hezaran zarokên kobanê di wê metirsiya de ne ku, ji xwendinê bê par bimîn in.

Rewşa Dibistanan li Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

XS
SM
MD
LG