Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qada Mascid Al-Haram 62 Mirî 30 Birînar Hene


Camiya Mezin (Mascid Al-Haram) ya li bajarê pîroz Mekehê
Camiya Mezin (Mascid Al-Haram) ya li bajarê pîroz Mekehê

Saziyên fermî yên Arabiya Saudî dan xweyakirin ku îro di dema nûjenkirina Camiya Mezin (Mascid Al-Haram) ya li bajarê pîroz Mekehê de, Krênek bi ser banê avahî de ketiye xwar ji encama rihyana babnê avahî bi kêmatî 62 kes mirin û 30 jî birîndar bûne.

Ev bûyer di wî çaxî de pêkhat dema Saziya Hecê û karbidestên Saudiya Arabî li bajarê Mekehê dan zanîn ku ew qada Camiya mezin (Mascid Al-Haram)ya Pîroz jibo Heciyan amade û nûjen dikin ev buyer pêkhatiye.

Tê çaverêkirin ku, di çend rojên dahatî de, bi Milionan Hecî ji hemû alên Cîhanê qesta Saudiya Arabî bikin jibo bicîanîna ferza hecê biçin Mekeh û Medînan.

Camiya mezin (Mascid Al-Haram) weke ciyê herî pîroz yê Ola Îslamê li Cîhanê tê dîtin.

XS
SM
MD
LG