Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Erebistana Siudî Du Kes Bi Gumana Bumbekirina Avahiyekê Têne Girtin


Karbidestên Erebistana Siudî dibêjin wan mêrekî Sûrî û jineke Filipînî girtin bi gumana bumbekirina avahiyekê li wir.

Ew herdû jî li Riyada paytext hatin girtin li gor Acansa fermî ya Siudî ku got jina Filipînî Kemberên bumbekirî ji mêrê Sûrî re dirûtin û ew herdû bumbe li dû şûnan hatin dîtin.

Karbidest dibêjin wan navçeya herdû bumbeyan bi awakî aram vala kirin û ew ji kar xistin.

Acansê jina filipînî bi navê Lady Joy û mêrê Sûrî jî bi navê Yasêr Mihemed Şefîq el-Berazî dan nasîn.

Raporta Acansê çi armanc ji pîlana wan re ranegihand in. Lê alîgirên Dewleta Îslamî yên xwecihî berpirsyarî li dor zîncîreyek êrîşên van demên dawî ragihand in.

XS
SM
MD
LG