Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Somal Pilan Dike Penaberan Vegerîne Welêt


Berpirsên Somalî dibêjin ew pêşbîniya vegerandina 300 hezar penaber dikin ji Kînya, di çar salên bê de.

Ew dibêjin ta niha tenê 5,500 kes vegeriyane welêt, lê ew pêşbîniya wê yekê dikin ku jimar bigihe derdora 12 hezar kes berî dawiya salê, li gel pêşbîniya vegera 75 hezar yên din, sala bê.

Berpirs dibêjin ew pilan dikin ku ta sala 2019 hemî penaberên Somalî yên jimara wan 320 hezar e, vegerînin.

Ev ragihandin hat piştî serdana doh înê ya serokwezîrê Somal Omer Ebdulreşîd Şarmarke bo kampên penaberan.

Serokwezîrê berê Ebdulwelî Şêx Ehmed wî jî salekê berê serdana kampan kir.

Şarmarke dibêje serdan xemên hikûmetê diyar dikin li dor kêşeya berdewam a penaberan, ku gelekan ji wan berî 25 salan welat bicîhîştin e.

Hêjayî gotinê ye ku di kombûnekê de li Broksêl beşdaran soza 500 milyon dolar dan ji bo vegerandina penaberên Somalî, lê ta niha li gor berpirsan tenê 105 milyon dolar hatine komkirin.

XS
SM
MD
LG