Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hewildanên Navnetewî yên Bidawîanîna Şer Li Sûriyê


Selah Bedredîn û Ebdulhekîm Beşar
Selah Bedredîn û Ebdulhekîm Beşar

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di çarçoweya serdana xwe de bo Mosko banga dîtina bingeheke siyasî ye hevbeş kir di navbera Amerîka û Rûsya de li dor nakokiyên wan yên derbarê şerê Sûriyê.

Eger em bidin berçavan ku hefteya borî dû konfrans ji bo darêjtina nerînên hevbeş yên hêz û aliyên opozisyonê hatin li darxistin, gelo çi guhertin dikarin li ser erdê bi awakî rijdî bibin?

Hêzên cîhanî yên mezin û bi taybetî Amerîka û Rûsya çi ji bo Sûriyê amade kirine û ta kîjan astê ew dikarin hevalbendên xwe yên Sûrî kontrol bikin?

Rewşa Kurdan di van hewlan de çiye?

Nakokiyên di navbera wan xwe bi xwe de dikarin bêne çareserkirin?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna dû mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Siyasetmedar û nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Selah Beredîn ku li herêma Kurdistan Îraqê dimîne; û endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) û her wiha endamê desteya guftûgoyan li Riyad rêzdar Ebdulhekîm Beşar ku ew jî li herîma Kurdistan Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Hest û Helwest 12_15_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:46 0:00

XS
SM
MD
LG