Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Emîn Xwepêşandanên ENK-S yên Dawiyê Şîrove Dike


Beşar Emîn
Beşar Emîn

Ev bû demeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) xwepêşandanan birêve dibe li djiî hin biryarên birêveberiya xweser li herêmên Kurdên Sûriyê. Ew dibêjin PYD û hevalbendên wê siyaseteke yekalî birêve dibin ku dibin sedem ji koçkirian xelkê ji herêmên xwe.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê rêzdar Beşar Emîn di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser van xwepêşandanan û got:

“Me gelek hewildan kirin ku em wek ENK-S li gel TEV-DEMê kar bikin, lê ew naxwazin. Me tiştekî dijîtiyê li gel wan nekiriye, her çendî ew me napejirînin wek hevalbend jî, bila bi kêmanî şerê me nekin. “

Emîn ku li bajarê Hesekê dimîne bal kişand ser hestdariya qonaxê û şerê Daiş û dupat kir ku ew dixwazin Pêşmergeyên wan derbasî Sûriyê bin û li gel hêzên heyî beşdar bin di şerê Daiş de.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Beşar Emîn SW 12_20_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:26 0:00

XS
SM
MD
LG