Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Berazîl Soz Didin Şerê Vayrosa Zîka Bikin


Herdû serokên Amerîka Û Berazîl dibêjin wan erêkir li dor hewlên girîng yên hevrêziyê ku li gel hev şerê belavbûna vayrosa Zîka bikin.

Piştî axaftina herdû serokan doh înê, Koşka Sipî di daxuyaniyekê de ragihand ku serok Barack Obama û Dilma Rouseff pênasîn bi giringiya karê li gel hev kirin ji bo dabînkirina agahiyên bêhtir, pêşvebirina lêkolînan û bilezkirina kar bo pêşxistina Vaksînan û teknolojiyayên din da ku vayrosê kontrol bikin.

Rêxistina Saxlemiya Cîhanî, huşdariyê dide ku vayrosa Zîka bi lez belav dibê li Amerîka bakur û başûr û renge bandora xwe bide ser derdora 4 milyon kes.

Hêjayî gotinê ye, 4 hezar nexweş li Berazîl bi gumana rewşa wan girêdayî ye bi vayrosa Zîka ku di encamê de bi awakî ne normal zarok bi serî û mejiyên biçûk ji dayîk dibin.

Çi derman nîne ji vê vayrosê re.

Li gel sozên herdû serokan Obama û Rouseff di rawestana li dijî vayrosê de, zanyar huşdariyê didin ku renge bi salan dirêj bike ta vaksînek ji vayrosa Zîka re bê dîtin.

XS
SM
MD
LG