Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Gundekî din Li Helebê Kontrol Dikin


Aleppo, Syria
Aleppo, Syria

Hêzên hikûmeta Sûrî îro şemiyê gundekî din li nêzîkî bajarê Helebê kontrol kirin, û cih li serhildêran teng kirin, li gor tilfizyona Sûrî û çalakvanên opozisyonê.

Tilfizyona dewletê û çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, gotin hêzên hikûmetê îro derdora nîvro gundê Temûra Kontrol kirin di nav topbaraneke giran û êrîşên esmanî yên balafirên Rûsî de.

Hêzên Sûrî bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî pêş dikevin ber bi navçeyên di bin destê serhildêran de li Helebê.

Piştî dorpêçkirina Temûra, hêzên Sûrî hîn pêwîstî bi kontrolkirina gelek gund û bajarokên din hene, di nav de jî Heyan, Enedan, Hirêtan û Kefer Hemra da ku karibin serhildêran hemî dorpêçbikin li parêzgeha Helebê.

Tilfizyona el-Menar a Hizbullah got hêz leşkerî niha li jor bajarokên Heyan û Enedan in.

Li aliyê bakurê Helebê, balafirên şer bêhtirî 20 êrîşên esmanî birin ser bajarokê Til Rifaat yê di bin destê gurûpa Ehrar el-Şam de ye, li gor çavdêriya Sûrî ya mafê mirov û çalakvan Emîr Hessan ku niha li nêzîkî bajarê Ezazê ye.

Til Rifaat ew derdora 15 km dûrî sînorên Tirkiyê ye.

XS
SM
MD
LG