În, 24 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 03:00

Herêmên Kurdan

Ev 16 Sal in ku Hunermenda Nemir Ayşe Şan Koça Dawî Kirîye

Koma jinan ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê stranên Ayşe Şanê pêşkêş dikinKoma jinan ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê stranên Ayşe Şanê pêşkêş dikin
x
Koma jinan ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê stranên Ayşe Şanê pêşkêş dikin
Koma jinan ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê stranên Ayşe Şanê pêşkêş dikin
Hunermenda Kurd ya bi nav û deng Ayşe Şan di salvegera 16 ya mirina xwe de, li Dîyarbekirê hat bîr anîn. Bernameya bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê hat lidar xistin. Koma jinan ya navendê ji stranên Ayşe Şanê konsertek biçûk da.

Kurtejîyana Ayşe Şan

Hunermenda nemir Ayşe Şan, di sala 1938’an de li Dîyarbekirê ji dayik bû.

Di wan salên ku Ayşe Şan xwest stranan bêje, civaka Kurdan nedihişt ku jin weke zilaman derkevin ser dîkê û stranan bêjin. Lê, hunermenda dengxweş di 18 salîya xwe de dikeve pey karê hunerê û stranbejîyê. 

Ev hezkirin, di jîyana wê de bû egera gelek kul, keder û qedexeyan.

Ayşe Şan di sala 1978’an de jibo beşdarê bernama Radyo Bexda’yê bibe, çû serdana Îraq û Başurê Kurdistanê. Li Bexda, Duhok, Kerkuk û li Hewlêrê bi hunermendên wek M. Arifê Cizirî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tahsîn Teha, Nesrîn Şervan, Tahir Tofîq, Resul Gerdî û Heyder Keçel re konsert dan.

Ayşe Şan di 18’ê meha Kanuna 1996’ân, li bajarê Îzmirê li xerîbîyê 58 salîya xwe de ji nav me bar kir û çû ber dilovanîya Xwedê.

HK_12_19_12
HK_12_19_12i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connectioni
X
11.10.2014 18:00