Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Îraqî bi Çewtî Bombe Davêje Ser Bexda û 7 Kes Dikuje


Artêşa Îraqê radigihîne ku bombeyek ji firokeke wê, îro Duşemê bi çewtî ket ser rojhilata paytaxt Bexda.

Berdevkekî artêşê dide zanîn ku firoka Sukhoi ya Rûsî jiber problemeke teknîkî ew bombe avêtiye û herî kêm 7 kes di bûyerê de hatin kuştin.

Heman karbidest ragihand ku jiber peqîna bombeyê, jimareke xanî hilweşîn û bi kêmî ve 11 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên leşkerî dîyar dikin ku ew firoka ceng ku tuşî qezayê bûye, di operasyonên bombekirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de cîh digire.

Hêzên Îraqî, ligel koalîsyona navnetewî di êrîşên esmanî yên dijî wê koma tundrê de cîh digirin.

XS
SM
MD
LG