Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka BDP'ê Kişanak ligel Nûnerên Medyaya Navnetewî Civîya


Nûnerên medyaya navnetewî bi rêvebirên BDP'ê re li Stenbolê kom bûn
Nûnerên medyaya navnetewî bi rêvebirên BDP'ê re li Stenbolê kom bûn
Hevseroka Partîya Aştî Demokrasîyê (BDP) Gultan Kişanak, îro Pêncşemê bi mebesta agahdarkirina Pêvajoya Îmrali’yê, li Stenbolê bi nûnerên medyaya navnetewî re civîya.

Birêz Kişanak, di civîna rojnamevanî de, bal kişand ser nameyên ku Abdullah Ocalan bi rêya şandeya parlamantarên BDP’ê ji rêvebirîya PKK’ê ya Qendîl, Ewropa û BDP’ê re şandine.

Kemal Pekoz, Asya Koçak, Gultan Kişanak û Fîlîz Koçalî
Kemal Pekoz, Asya Koçak, Gultan Kişanak û Fîlîz Koçalî
Xanim Kişanak li ser banga rêberê PKK’ê Ocalan, ku tê pêşbînî kirin di Newrozê de bike, dibêje “Dibe ku Newroz bibe gava destpêkirina fermîbûna vê pêvajoyê. Tê hêvî kirin banga ku Ocalan bike ji ragihandina agirbestê gelekî wêdetir be”.

Birêz Kişanak li ser pirsa azadkirina leşker û karmendên dewletê ji alîyê PKK’ê ve xuya kir ku “Lazim e hemî gavên ku bêne avêtin dualî bin. Niha jî pêvajo dualî dimeşe. Dema gavên dualî çênebin, bi alîyekî tenê şer dawî nabe.”

Hevseroka BDP’ê li ser pirsên rojnamevanan da zanîn ku ji alîyê Kurdan ve piştgirîyeke xurt ji naveroka nameyên Ocalan re heye. Wê lêzêde kir û got, “Ger rêya danûstandinên rastexwe ji Qendîl û Ocalan re bê vekirin, wê pêvajo lezgîntir pêşve here û ew bixwe jî vê yekê hêvî dikin.”

Xanim Kişanak, li ser bersîvên nameyên Ocalan jî dibêje, “Bersîva her sê nameyan jî amade ye ku çav li rê ye van rojan bi şandeya sisêyan ku here Girava Îmrali’yê radestî Ocalan bikin.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak li civîna rojnamevanîyê bersîva pirsên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka jî da. Xanim Kişanak wiha got “Dîyar e Amerîka piştgirîyê dide pêvajoyê, lê em hêvî dikin Washington piştevanîya xwe jibo wan hîn zêdetir bike.”

Gultan Kişanak herwiha got, “Amerîka dikare piştevanîya ku heta niha dema şer ji Tirkîyê re kirîye, bi awayekî xurtir jibo prosesa aştîyê jî bike.”

Birêz Kişanak, li ser pirseke din ya Dengê Amerîka ya “Hun di pêvajoya çareserîyê de çi hêvîyê ji civaka Kurd ya li Amerîkayê dikin?” dîyar kir ku xurtkirina xebatên dîplomatîk yên Kurdên ku li Amerîkayê dijîn, jibo pêşvebirina vê pêvajoyê pir girîng e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG