Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarîyê li Amerîka Meha Borî Kêmtir Bû


Rêjeya bêkarîyê li Amerîka di meha borî de nizimtir bû û ket 4.9 ji sedê ku ew jî asta herî nizim ya 8 salên borî ye.

Raporta Wezareta Kar ya îro Înê nîşan dide ku ekonomîya Amerîka di meha borî de 151,000 karên nû zêde kir, lê ew hejmara ji ya çend mehên çûyî û pêşbînêyên aborîzanan kêmtir e.

Analîst dibêjin ku sektorên navxweyî yên wek firotin, saxlemî û xizmetên profosyonelî di rewşeke baş de ne û diravê xebatkarên wan li gor sala borî 2.5 pirtir bûye.

Dîsa, mesrefên kêmtirbûyî di sektora enerjîyê de bû sedemeke din ku hinek diravên din di berika kirîyaran de bimîne û ew jî dihêle ku ew pere di kirîn-firotinê de bê xerc kirin.

Ji alîyê din ve, buhayê kêmbûyî ya neftê dibe sedem ku şîrketên petrolê karkerên xwe ji kar bavêjin û kompanîyên enerjîyê nema dirav bo berhemkarîyê veqetînin.

XS
SM
MD
LG