Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bosna 12 Kes bi Girêdana DAIŞ Desteser Dike


Polîsên Bosnayî (Arşîv)
Polîsên Bosnayî (Arşîv)

Karbidestên Bosna'yî 12 kes desteser kirin ku guman heye jibo rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin.

Dozgerên Bosna'yî îro Înê bi daxuyanîyeke got ku ew kesên girtî têne tawanbarkirin, bi sedema ku bi qaçaxî beşdarî şerên li Sûrîye û Îraqê bûne.

Ajansa Reuters radigihîne ku girtina wan kesan di encama operasyonên nav hêşt mehên dawî de pêk hat.

Reuters dide zanîn polîsan di encama wan operasyonan de dest danane ser jimareke bombe, sîlah, cebilxane û alavên leşkerî.

Hikûmeta Bosna'yî texmîn dike ku herî kêm 150 hemwelatîyên wê ji welêt derketine û çûne Rojhilata Navîn ku tev li DAIŞ’ê bibin.

XS
SM
MD
LG