Şemî, 06 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 16:24

    Sûrîye

    Brîtanya Hazir e ligel Opozîsyona Sûrî Danûstandinên Rastxwe Bike

    Serokwezîrê Brîtanya David Cameron serdana kampa penaberên Sûrî dikeSerokwezîrê Brîtanya David Cameron serdana kampa penaberên Sûrî dike
    x
    Serokwezîrê Brîtanya David Cameron serdana kampa penaberên Sûrî dike
    Serokwezîrê Brîtanya David Cameron serdana kampa penaberên Sûrî dike
    Brîtanya dibêje, ewê dest bi danûstandinan bi opozîsyona Sûrî bike ku çareserîyeke jii kêşeya sîyasî ya wî welatî re peyda bike.

    Ofîsa Serokwezîr David Cameron radigihîne ku hikûmeta Britanî rê li ber danûstandinên rastxwe yên ligel nûnerên leşkerî yên muxalefeta Sûrî vekir, lê Brîtanya dê alîkarîya leşkerî pêşkêş neke.

    Birêz Cameron îro Çarşemê serdana kampeke penaberên Sûrî li Urdunê kir. Wî pîrozbahî li Serok Obama kir û got, divê Sûrîye di hevkarîya wan de cîhekî girîng bigire.