Pêncşem, 23 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 06:03

Tirkîye

Batun: DHKP-C Têkelî ligel Hêzên Dewleta Kûr li Tirkîyê Hene

x
Mezinahîya nivîsê - +
Rêxistina tundrê ya Marksîst berpirsîya xwe hemberî erîşa xwekujî ya li dijî balyozxana Amerîkî li Enqerê ragihand.
 
Di peyamekê de ku roja Şembî li înternetê hate belav kirin, Partîya Rizgarîya Gel ya Şoreşger - Enî (DHKP-C), Amerîka wek “kujêra gelên cîhanê” bi nav kir.

Rojnamevan û şirovekarê sîyasî Cemal Batun dibêje ku DHKP-C jibo desthilatê di çarçova konsepta Marksîst-Leninîst ya êrîşkarî û pêkanîna diktatorîya proletar hereket dike. 

Birêz Batun herwiha dibêje ku ew partîya Marksîst piştgîrî dide hêz û welatên neyarên Amerîkayê wek Îran û Sûrîyê.

Birêz Batun herwiha di wê bawerê de ye ku DHKP-C têkelî ligel hêzên dewleta kûr ya Tirkîyê hene; hêzên ku îro li dijî hikûmeta Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ne.

Hevpeyvîn bi birêz Cemal Batun re
Loading
12:00:00 / -:--:--
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--