Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Xema Xwe Ser Girtina Rojnamevanên Tirk Radigihîne


Yekîtîya Ewrupa îro Înîyê xema xwe dîyar dike ku 2 rojnamevanên navdar yên Tirk, piştî nûçeyeke wan ya ser şandina çekan ji serhildayên Sûrî re, bi tawanên sixurîyê hatine girtin.

Berdevka Karên Derve ya Komîsyona Ewrupî, Maja Kocijancic got ku ew pêşketinên xembar ya ser girtina Can Dundar û Erdem Gul ji nêzîk ve dişopînin.

“Azadîya raman yek ji prensîbên bingehîn ya Yekîtîya Ewrupa ye û me gelek caran xemên xwe yên ser vê yekê ji karbidestên Tirk re ragihandin.”

Kocijancic bal kişand ku azadîya raman û azadîya ragihandinê jibo wan pir jîndar e û ewê bi berdewamî girîngî bidin wan babetan.

Hêjayî balkişandinê ye, Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê roja Yekşemê li Brukselê dicivin ku endamtîya Enqerê di yekîtîyê de gotûbêj bikin û reng e ev mijar dî di kombûnê de were nirxandin

XS
SM
MD
LG