Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Binavbûna Keştîya Flîpînî de Hejmara Qurbanîyan bû 46 Kes


Karbidestên Fîlîpînî dibêjin, hejmara qurbanîyên binavbûna keştîyê neferan giheşt 41 kesan û herî kêm 5 kesên din jî hîn jî hinda ne.

Karbidestê dibêjin, îro Înê 6 termên din hatin dîtin, lê hewaya xirab ber hawlên lêgerîna rêwîyên mayîn dibe asteng.

Heta niha 134 rêwî ji alîyê tîmên hawarçûnê ve hatin rizgar kirin, piştî ku ferîbota bi navê Kim Nirvana tenê yek kîlometre piştî ku ji bajarê Ormoc ya grava Leyte bi rê ketibû, wergerîyabû.

Di qazayên wiha ya binavbûna ferîbotan de, bi dehan kes her sal li Fîlîpînê canê xwe hinda dikin.

Keştîyên neferan li Fîlîpînê alaveke girîng ya veguhastinê ye jiber ku ew welat ji 7,000 gravan pêk te.

XS
SM
MD
LG