Şemî, 20 Meha Diwazde, 2014 Demê Xwecihî 03:41

Sûrîye

Serokê ENKS: Hinek li Sûrîyê Kurdan Wek Mêhvan Dibînin

x
Herçende piranîya welatên cîhanê wek nûnera rewa ya gelê Sûrîyê berê xwe didin Hevalbendîya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûrîyê, lê belê heta niha Kurd ne endam in di wê hevalbendîyê de.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê Feysel Yusif dibêje ku ENKS herdem xebat kirîye ku opozisyona Sûrîyê “yek be û em jî beşek bin li wê opozisyonê.  Lê mixabin, opozisyon heta niha îtîraf bi mafê miletê Kurd nekirîye.”

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Feysel Yusif dibêje ku ENKS niha danûstandinê dike jibo wergirtina mafê gelê Kurd û paşî di hevalbendîya opozisyona Sûrîyê beşdar dibe.

Serokê ENKS dibêje ku hinek komeleyên opozisyona Sûrîyê bawer dikin ku “Kurd di Sûrîyê de ne xwedîyê erdê xwe ne û ne beşek in di dîroka Sûrîyê de.  Hinek heta niha bawer dikin ku Kurd mêhvan in li Sûrîyê.”

Birêz Feysel Yusif dibêje ku gelê Kurd li Sûrîyê “li ser erdê xwe ye û beşek e li şoreşa Sûrîyê” û xebatê dike jibo avakirina Sûrîyeke demokratîk.

Hevpeyvîn bi birêz Feysel Yusif re
Hevpeyvîn bi birêz Feysel Yusif rei
|| 0:00:00
...    
🔇
X
Rêkxistina şîroveyan
Di vê forumê de şîroveyan binivîse (1)
Şîrove
     
Nivîser: AZDASHER Ji: BUXAREST
12.02.2013 11:05
SHEGA U REZ JI BI GISHT XEBATKAREN PISHKA KURDI YA DENGE AMERIKA,SEBARET TEBINIYEN SEROKE HORGA NISHTIMANI YA KURDI LI ROJAVA,DI RAMANA MIN DE TISHTEKI REMEKI YE KU BIBEJIN KURD MEVHVANEN WAN IN JIBER KU XAWEN AKAR DITINEN PASHKEFTIN NE,MEJIYEN WAN GEWREBUYE BI HATINA PARTIYA BAASA GRMAR,QIREJ U KANC E.GELLEK SUPAS JI WE RE!XEBAT BASH!AZDASHER ,BUXAREST,ROMANYA.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection 19 DEC 2014i
|| 0:00:00
...  
🔇
X
19.12.2014 22:24