Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blatter û Hussein Soza Reforman jibo FIFA Didin


Serokê Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) Sepp Blatter got, ewê di krîza bertîl û perexwarinê ya rêxistinê de para xwe ya berpirsîyê rake ser xwe.

Blatter di civîna salane ya 65’an de, ku li Zurîh didome, got ku divê FIFA ji sibe pê ve, xwe ji vê kêşeya heyî rizgar bike.

“Eger ez bo cara pêncan werim hibijartin, soza reforman û zelalbûnê bo FIFA didim.”

Hevrikê wî yê Urdunî Ali bin Al Hussein jî ji delegeyan re got ku dema serdemeke nû ji FIFA re hatiye.

Dengdana seeroktîya FIFA di vê demê de tê ku heft rêvebirên bilind, li ser daxwaza Amerîka, bi tawanên bertîl û perexwarinê hatin girtin.

XS
SM
MD
LG