Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Cotpeqînan de 8 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Di encama cotpeqînan de, herî kêm 8 kes îro Înîyê li pişka Girên Golan ya bin kontrola Sûrîyê hatine kuştin, li vê demê ku hêzên hikûmetê dest bi êrîşên nû dikin, li ser taxên Şamê yên bin kontrola serhildayan.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, piranîya qûrbanîyan ku di peqîna Girên Golan de hatine kuştin, endamên îstîxbarata leşkerî yên Sûrî ne.

Heta niha ti kes berpirsîya peqînan bi ser xwe ve negirtîye, lê gelek caran mîlîtanên Îslamî ku dixwazin hikûmeta Beşar Esed gêr kin, rêbazên wek bombeyên otomobîlî û êrîşên xwekujî li dijî hêzên Sûrî bikar tînin.

Bi kêmî ve 60.000 kes ji Adar'a 2011'ê anku destpêbûna serhildana dijî Serok Beşar Esed de, li Sûrîyê hatine kuştin û bi sed hezaran kesên din jî xwe spartin welatên cîran.
XS
SM
MD
LG