Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Hikûmeta Îraqê Bêy Wezîrên Kurd Hate Lidarxistin


Encûmena Wezîran ya Îraqê roja Sêşemê bêy amadebûna wezîrên Kurd civîna asayî ya xwe lidarxist.

Di civînê kabîneya hikûmeta Îraqê de herwiha bitenê sê wezîrên Sunnî amade bûn.

Wezîrê Derve yê Îraqê Hişyar Zêbarî got ku beşdarnebûna wezîrên Kurd li kombûna kabîneya hikûmetê nayê wê manayê ku Kurd ji hikûmetê vekişîyane.

Têlelîyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî li sala bihurî gelek aloz bûn û nuha jî pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê her berdewam in.

Hevdem, Sunnî yên Îraqê jî li çend parêzgehên Îraqê xwepêşandanê li dijî hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG