Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Hagel: DAÎŞ jibo Tevahîya Cîhanê Gefeke Mezin e


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel û Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Martin Dempsey
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel û Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Martin Dempsey

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel dibêje, Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) gefeke mezin e li ser hemî cîhanê.

Birêz Hagel ew şîroveyên xwe do Pêncşemê li Washingtonê kir, piştî ku hate zanîn DAÎŞ'ê rojnamevanê Amerîkî James Foley kuştiye.

"Bingeheke baş ya DAÎŞ heye û çavkanîyên wan ya diravî jî baş in. Ew ne têne grubeke terorîst in, lê îdeolojîyeke wan ya xeter heye. Bi karanîna taktîk û stratejîyên leşkerî yên pêşketî hêza xwe xurtir dikin. Me heta niha tiştekî wek vê nedît. Divê, em xwe ji hemî tiştan re amade bikin.”

Dema axaftina Hagel de, Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî General Martin Dempsey jî hazir bû.

General Dempsey got, ew dikarin DAÎŞ'ê têk bibin, lê divê bingeha wan yên li Sûrîyê jî bêne êrîş kirin. Heta ku rêxistina wan li Sûrîyê jî were hedef girtin, têk birina wan ne hêsan e.

Dempsey zelal nekir ku Amerîka wê êrîşên esmanî li hember DAÎŞ'ê li Sûrîyê bike yan ne.

Lê, wî got ku divê Amerîka û hevalbendên wê bersîvdaneke dîplomatîk, sîyasî û leşkerî peyda bikin, ji hebûna DAÎŞ'ê ya li rojava û bakurê Îraqê û bakurê Sûrîyê re.

Hagel_ISIS_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:10 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG